Erdogan yek daxwazê ji Putin dike
Îro Pêncşemê 5ê Adara 2020an, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Mosko bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro Pêncşemê 5ê Adara 2020an, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Mosko bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re dicive.
Serokomarê Tirkiyê ragihand, rojeva sereke ya civîna wî û seroke Rûsyayê, pirsa Idlibê ye û ew dixwazin demildest agirbest li wir were ragihandin.
Li Idliba Sûriyê, artêşa Sûriyê û ya Tirkiye bo cara yekem ketine şerekî rasterast û bi wê sedemê bi dehan serbazên herdu aliyan tên kuştin.
Piştî êrîşa artêşa Sûriyê a roja 27ê Sibata bûrî li ser hêzên Tirkiyê li Idlibê û kuştina 34 serbazên Tirkiyê, Tirkiyê operasyona serbazî ya bi navê ‘’Mertala Biharê’’ li Idlibê destpê kir.
Berî du rojan jî Serokomariya Tirkiyê ragihandibû, ji 10ê Sibata bûrî ve 3138 serbazên artêşa Sûriyê li Idlibê hatine kuştin û birîndarkirin.
Enqere dixwaze artêşa Sûriyê vekişe piştî hêla rêkeftina Sûçî ya Îlona 2018an ya bi Moskoyê re îmze kiriye, lê hêzên rêjîma Sûriyê rijd e Idlibê bixe bin kontrola xwe û bi piştevaniya firokeyên Rûsî êrîşî ser wê navçeyê dike.
S. B