Îran nûtirîn amara tûşbûyên Koronayê belav dike
Seîd Nemkî, wezîr tenduristîyê Îranê belav kir, Li Îranê 107 kesan bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane.
K24- Hewlêr
Seîd Nemkî, wezîr tenduristîyê Îranê belav kir, Li Îranê 107 kesan bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane.
Herweha ragehand, 3 hezar 513 kes tûşbûyê wê vayrosê ne û rêkarên berengarabûna Korona beredewam in.
Tekez jî kir, heya 20ê evê mehê, xwîndingeh û navendên xwîndinê dê bihên daxistin.
Wezîrê tenduristîya Îranê, daxwaz ji hevwelatîyan dike, hoşdarîyan bicidî wergirin û hatinûçûnên xwe jî rawestînin.