15 sivîl di êrîşeka esmanî ya Rûsyayê de kuştin û hejmarek jî brîndar bûn
15 sivîl di êrîşek esmanî ya Rûsyayê de li Idlibê hatin kuştin û nêzîkî 20 jî, brîndar bûn.
K24- Hewlêr
15 sivîl di êrîşek esmanî ya Rûsyayê de li Idlibê hatin kuştin û nêzîkî 20 jî, brîndar bûn.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî belavkiriye, firokeyên şer ên Rûsyayê, li rojavayê bajarokê Me'ert Êrîn li derdora Idlib, navendek koçberên Idlibê bombebaran kir. Di encam de 15welatiyên sivîl, ku dinav wan de zarok û jin jî hene kuştin û nêzîkî 20 kesên din jî, brîndar bûn.
Rewangehê ragihand, ku tîmên hewarçûnê û yên berevaniya sivîl di derxistina termên, ku di bin avahiyên herifî de man e berdewam in, û eger heye hejmara kuştiyan zêde bibe, jiber giraniya birînên brîndaran.
Ligor hatiye belavkirin, ji berê vê sibehê ve, firokeyên Rûsî lêdanên xwe yê esmanî li gondewarên Idlib û rojavayê Helebê ne rawestandiye û bi tundî wan navçe û gundan bombebaran dike.