Amerîka bo dosya Sûriyê fişarê dixe ser welatên Ewrûpayê
Şanderê Amerîkî bo dosya Sûriyê ragihand, Amerîka derbarê Sûriyê ji bo gihiştina rêkeftinekê, fişarê dixe ser welatên Ewrûpayê.
K24- Hewlêr
Şanderê Amerîkî bo dosya Sûriyê ragihand, Amerîka derbarê Sûriyê ji bo gihiştina rêkeftinekê, fişarê dixe ser welatên Ewrûpayê.
James Jeffrey got jî, kirîna sîstemê S- 400 a Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve cihê dudiliya wan bû. Diyarkir, ji bo piştevanîkirina Tirkiyê di şerê li Idlibê de, di gotûbêjan de ne. Jeffrey herweha got, derbarê Sûriyê, ku bi Tirkiyê re liser mijara koçberan bigihin rêkeftinekê, fişarê dixin ser welatên Ewropî.