Netewên Yekbûyî daxwaz dike agirbesta Rusiye- Tirkiye bibe agirbesteke berdewam
Sekiretêrê giştî yê Netewên Yekbûyî daxwaz dike agirbesta Rusiye- Tirkiye bibe agirbesteke berdewam li bakurê rojavayê Sûriyê.
K24- Hewlêr
Sekiretêrê giştî yê Netewên Yekbûyî daxwaz dike agirbesta Rusiye- Tirkiye bibe agirbesteke berdewam li bakurê rojavayê Sûriyê.
Antonyo Gotêrês sekiretêrê giştî yê Netewên Yekbûy raghand, ew haydare ji rêkeftina bakurê rojavayê Sûriyê û ew hêvî dikin ku agirbesta Rusiye -Tirkiye li wê navçeyê bibe agirbesteka mayînde û berdewam û di berjewendîya millet de be.
Gotêrês gotîye, rûniştvanên bakurê rojavayê Sûriyê gelek êş û azar dîtne, lewma ew hêvî dikin ku ew azar bi dawî bibin.
Biryare jî, Evro li ser daxwaza Rûsiyê, civîneka Encûmena Asayîşa Navdelwetî hebe derbarê Sûriyê, ku têde Rûsya ji welatên endam re hûrgulîyên rêkeftina xwe û Tirkiyê eşkere dike.