Emerîka hêvîdare agirbesta Rusiye-Tirkiye alîkarîya kêmkirina şer bike

Wezareta derve ya Emerîkayê hêvî xwazt agirbesta Rusiye-Tirkiye alîkarîya kêmkirina şer bike.

K24- Hewlêr

Wezareta derve ya Emerîkayê hêvî xwazt agirbesta Rusiye-Tirkiye alîkarîya kêmkirina  şer bike.

Ajansa Spotînîka Rusiyê ji zimanê nûnerekê wezareta derve ya Emerîkayê veguhaztîye, ku Waşintin hêvî dixwaze rêkeftina agirbest a di navbera Tirkiyê û Rûsiyê de alîkar be jibo kêmkirna asta şer li Îdilbê.

Gotîye jî, raportên derbarê wê rêkeftinê, ew han dane û ew hêvî dikin ku azarên xelkê kêm bike.

Eşkere jî kir, ku Emerîka amadeye wê mjarê li gel Tirkiyê gotûbêj bike