Tiramp: Destpêşxerîyeka biwêr pêşkeşî Rusya û Çînê dikim
Serokê Emerîka, Donald Tiramp ragehand, dixwaze destpêşxerîyeka biwêr pêşkeşî Rusya û Çînê bike bi merema xwe dûrxistinê ji berekanêya xwe pirçekkirina her sê hêzên mezin ên cîhanê.
K24- Hewlêr
Serokê Emerîka, Donald Tiramp ragehand, dixwaze destpêşxerîyeka biwêr pêşkeşî Rusya û Çînê bike bi merema xwe dûrxistinê ji berekanêya xwe pirçekkirina her sê hêzên mezin ên cîhanê.
Ev ragehandin di nameyeka Tiramp de hat ku arasteya Neteweyên Hevgrtî kirîye û dûv re jî, Kirîstover Ford, cêgirê wezîrê derve yê Emerîkayê bo karûbarên rêgirtinê ji belavbûna çekan, duhî careka behsa wê destpêşxerîya Tiramp kir di dema çalakîyekîya wê Neteweyê Hevgirtî de bi boneya burîna 50 salan bi ser peyamana rêgirtinê ji belavbûna çekên navokî li cîhanê.
Tiramp di nameyea xwe de gotîye, desetpêşxerîyeka nû ya biwêr a sê alî li gel Rusiya û Çînê pêşkeş dikim bo kontirolkirina belavbûna çekên navokî.
Serokê Emerîka xuya jî kir, armanc ji evê destpêşxerîyê, xwe dûrxistine ji berekanêya pirçekkirina giran beha û li şûna wê bi hev re kar bikîn bo avedankirina ayîndeyeka baştir, aramtir û pêşkevtîtir bo hemûyan.