Korona û Cihan di 24 demjimêrên burî de

Komîteya Tenduristîya Çînê belav kirîye, di 24 demjimêrên burî de, 34 kesan canê xwe ji dest dane û 143 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatîne tomarkirin.

K24- Hewlêr

Komîteya Tenduristîya Çînê belav kirîye, di 24 demjimêrên burî de, 34 kesan canê xwe ji dest dane û 143 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatîne tomarkirin.

 Bi evê yekê hejmara wan kesên heya niha li çînê canê xwe ji dest dane bi sedema Koronayê gehiştîye 3 hezar û 42 kesab.

Li Birîtaniya jî, yekem kes bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest da.

 Li Emerîka, kesek din bi sedema Koronayê canê xwe ji dest da û hejmara kesên ku bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane geişte 12 kesan li wî welatî. Herweha kongirêsa Emerîkayê jî 8 milyar û 3 milyon Dolar bo berengarbûna Vayrosa Koronayê terxan kirîye.

Li Şanişîna Bortan jî, yekem kes bi Vayrosa Koronayê mir.

Felestînê jî bo dema 30 rojan rewşa awarte ragehand.

Li Vatîkanê yekem haleta tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hat ragehandin.