Rûsya: Şerê me li dijî girûpên tundrew li Îdlibê berdewam dibe

Rûsya radigehîne şerê wan li dijî girûpên tundrew li Îdlibê dê berdewam be.

K24- Hewlêr

Rûsya radigehîne şerê wan li dijî girûpên tundrew li Îdlibê dê berdewam be.

Peyîvdara wezareta derve ya Rûsya, Marîya Zaxarova di kongireyeka rojnamevanî de ragehand, ku divê rêkxistinên teroristî li Sûriyê bihêne ji navbirin û helwêsta wan di vî warî de nehatîye guhertin.

Herweha Zaxarova dazanîn, ku ragehandina rêkkevtina agirbestê, careka din tekezê dike li ser berdewamîya şer li dijî terorê li Sûriyê û mafê wî welatîye girûpên tundrew di nav axa xwe de ji nav bibe.