Teqîneka xwe kujî li nêzîk balyozxane ya Emerîkayê rûda

Teqîneka xwekujî li nêzîk balyozxane ya Emerîkayê li Tunis rûda.

K24- Hewlêr

Teqîneka xwekujî li nêzîk balyozxane ya Emerîkayê li Tunis rûda.

Mêdya yên Tunis belav kirîne, ku ew teqîna xwekujîyê li dûrî ya 50 metran li nêzîk balyozxane ya Emerîkayê, li taxa Bûherîrî li Tunisa rûda ye.

Li gor zanyarîyên hatîne belavkirin, ewê teqînê karwaneka hêzên ewlekarîyê kirîye armanc û ew xwekuj bi rêya matorsiklekê ve xwre gehandîye hêzên ewlekarîyê û qurbanîyê ji kiryara xwekujîye çêbûne

Radyo ya Mozayîk ragehandîye di wê teqînê de tenê xwekuj hatîye kuştin û 5 kes jî birîndar bûne.

Ji alîyê xwe ve jî, balyozxaneya Emerîkayê li ser hejmarteya xwe di Feysbûkê de, daxwaz kirîye xelik ji navçe ya teqîn dûr bikevin û amaje kirîye dezgehên ewlekarîyê û licihê teqînê kar dikin.