Erdogan bo Merkel: Rêkeftina derbarê koçberan de betal bûye
Serokomarê Tirkiyê dibêje, rêkeftina penaberan ya navbera wan û Yekîtiya Ewropayê betal bûye û divê rêkeftineke nû were îmzekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê dibêje, rêkeftina penaberan ya navbera wan û Yekîtiya Ewropayê betal bûye û divê rêkeftineke nû were îmzekirin.
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan û Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel bi telefonê, li ser rêkeftina Tirkiye û Rûsya û rewşa penaberan axivîn.
Li gor daxuyaniya Serokomariya Tirkiyeyê, Erdogan ji Merkel re gotiye, rêkeftinên berê yên derbarî penaberan de kar pê nakin û pêwîstî bi rêkeftineke nû heye.
Tirkiye bi sedema ku welatên Yekîtiya Ewropa di mijara penaberan de alîkariya wan nekirine û piştevanî nedane siyaseta wan, berbestên pêş koçberan rakirin û koçberan ber bi sînorê Yunanistanê ve dişîne, ta biçin Ewropayê.
Her weha Erdogan dibêje, bi rêkeftina dawî ya bi Rûsyayê re, ewlekariya sivîlan û serbazên Tirkiyê girtine gerentiyê.
S. B