Rûsya: Çekdaran 19 caran agirbesta li Idlibê binpê kirine
K24 – Navenda Nûçeyan
Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê (Himêmîm) çekdarên li Idlibê ne bi binpêkirina agirbestê tometbar dike.
Serokê Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê (Himêmîm) Oleg Goravlyov ragihand, di 24ê demjimêrên bûrî de, li Idlibê 19 caran agirbest ji aliyê çekdarên ne rewa ve hatiye binpêkirin.
Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Laziqiya Sûriyê ser bi Wezareta Berevaniya ya Rûsyayê ve ye, duhî jî ragihandibû, çekdaran roja Înê 6ê Sibatê, 6 caran êrîşî binkeyên rêjîma Sûriyê li parêzgeha Heleb û Laziqiyê kiribûn.
Piştî zincîreyeke ji êrîş û şerê li Idlibê di navbera artêşa Sûriyê û Tirkiyê de, Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 5ê Adara 2020an li Moskoyê agirbestekê li Idlibê avakirina karîdoreke ewle li ser riya navdewletî M-4 lihev kirin.
Ji aliyekî din ve jî, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, artêşa Sûriyê piştî du gund li derdora bajarokê Kefrenbilê kontrol kiribûn, ji encama topbarana çekdaran de, jê vekişiya.
S. B