Misrê yekem haleta mirinê bi sedema Koronayê ragehand
Wezareta Tenduristîya Misrê yekem haleta mirinê bi sedema Vayrosa Koronay di welatê de ragehand.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Misrê yekem haleta mirinê bi sedema Vayrosa Koronay di welatê de ragehand.
Xali Mucahîd, şêwermendê wezîrê tenduristîyê bo karûbarê ragehandinê û gotebêjê fermîyê Wezareta Tenduristîyê ragehand, yekem haleta mirinê bi derde Koronayê li welatê wî hat tomarkirin û got jî: Ew kesê bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest daye, temenê wî 60 sale û helgirê nijadnameya Elmanî ye û berê jî, nîşanên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê lê derketibûn.
Amaje bi wê yekê jî kir, piştî têkçûna rewşa tenduristîya wî , roja Heyînî ya burî serdana nexewşxaneyê kiribû sampilek ji xwîna wî hatibû wergirtin bo pişkinînê, dûhî jî encamên pişkinînê bi erênî derkevt û tûşbûna wî hate piştrastkirin.
Wek ragehand jî: Piştî wî hevwelatî red kir, ku bihere Korontîneyê li nexewşxaneya Xerdeqe xistin jêr çavdêrîya pizîşkî, lê bi sedema têkçûna rewşa tendûristîya wî û bihin tengîyê canê xwe ji dest da.