Ewropa nêzîkî 1500 zarokên koçber werdigire

Welatên Yekîtiya Ewropa nêzîkî 1500 zarokên koçber ji Yunanistanê werdigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatên Yekîtiya Ewropa nêzîkî 1500 zarokên koçber ji Yunanistanê werdigire.

Hikûmeta Almanya ragihand, ji bo çareserkirina rewşa mirovî ya penaberan li Yunanê ne, li ser asta Ewropa guftûgo heye û ji bo wê mebestê jî grûpek bi navê Hevpeymaniya Xwebexşan pêk hatiye.

Diyar kir jî, ji encama civînên duhî êvarê, welatên Yekîtiya Ewropa gihîştin wê biryarê ji hezar heta hezar û pêncsed zarokên koçberan ji kampên Yunanistanê werbigirin, ewên pêwîstiya wan bi hevkariyê heye û di rewşeke mirovî ya xirap de ne.

Ev di demekê de ye, ji nêzîkî du hefteyan e bi hezaran koçber li ser sînorê Tirkiye û Yunanistanê kom bûne û hewl didin derbasî Ewropa bibin, li ser wê pirsê jî biryar e îro Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bi berpirsên Ewropa re bicive.