Erdogan bo pirsa koçberan bi berpirsên Ewropa re dicive
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro li Brûkselê rewşa koçberan û dawî pêşhatên Sûriyê bi berpirsên Ewopa re guftûgo dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro li Brûkselê rewşa koçberan û dawî pêşhatên Sûriyê bi berpirsên Ewopa re guftûgo dike.
Îro li Brûkselê Serokê Encûmena Ewropa Charles Michel û Seroka Konseya Ewropa Ursula von der Leyen bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan re dicivin.
Peyvdarê Serokê Encûmena Ewropa ragihand, di hevdîtinê de dosyên hevbeş ên Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê, pirsa koçberan û krîza Sûriyê tên guftûgokirin.
Ev piştî wê tê, di du hefteyên bûrî de Tirkiye û bi sedema ku welatên Yekîtiya Ewropa di mijara penaberan de alîkariya wan nekirine û piştevanî nedane siyaseta wan, berbestên pêş koçberan rakirin û koçberan ber bi sînorê Yunanistanê ve dişîne, ta biçin Ewropayê.
Li gor daxuyaniya Serokomariya Tirkiyeyê, Erdogan di pêwendiya telefonî de ji Şêwirmenda Almanyayê re Merkel re gotiye, rêkeftinên berê yên derbarî penaberan de ew kar pê nakin û pêwîstî bi rêkeftineke nû heye.
Herwiha îro Hikûmeta Almanyayê di daxuyaniyekê de ragihand, hin welatên Ewropayê guftûgoyan ji bo wergirtina heta 1500 zarokên ku niha li kampên Yunanistanê dikin.
S. B