Li parêzgeha Hobî ya Çînê 40 kes tûşî Korona bûn û dû roj in tu haletek li derveyî wê navçeyê nehatiye tomarkirin.

Li parêzgeha Hobî ya Çînê 40 kes tûşî Korona bûn û ji bo 2yem roj tu haletek tûşbûn bi Korona li derveyî wê navçeyê nehatiye tomarkirin.

K24- Hewlêr

Li parêzgeha Hobî ya Çînê 40 kes tûşî Korona bûn û ji bo 2yem roj tu haletek tûşbûn bi Korona li derveyî wê navçeyê nehatiye tomarkirin.

Komîteya Niştîmanî ya Çînê belav kiriye, ji derveyî parêzgeha Hobî, ev 2 roj in, tu kesek tûşî Korona nebû ye. Ji duhî ve li wê parêzgehê, ku navenda wê, bajarê Wohan e 40 kes tûşî wê Vayrosê bûn e. Ew jî kêmtirîn amar e, ji destpêka belavbûna wê vayrosê. Bi vê yekê jî, rêjeya tûşbûyên li Çînê ji bo 80 hezar û 735 kesan bilind bû. Herweha 3 hezar û 119 kes jî, heta niha canê xwe jidest dan e...

Herweha li Korya başûr jî, 69 kesên din tûşî Vayrosa Korona bûn û rêjeya tûşbûna li wî welatî jî, di daketinê de ye.

Li Siûdiyê jî, 4 kesên din tûşî wê vayrosê bûn û hejmara tûşbûyan jî, gihişte 15 kesan. Li Îmarat jî, 14 haletên din hatine tomarkirin, ku ji regeznameyên cuda ne.