Tiramp sedema daketina behayê petrolê aşkera dike
Sserokê Emerîkayê, Donald Tiramp ragehand, sedema daketina behayê wizeyê li cîhanê nakokîyên di navbera Seûdîye û Rûsya ye û belavkirina nûçeyên direw û duristkirêîye .
K24- Hewlêr
Sserokê Emerîkayê, Donald Tiramp ragehand, sedema daketina behayê wizeyê li cîhanê nakokîyên di navbera Seûdîye û Rûsya ye û belavkirina nûçeyên direw û duristkirêîye .
Tiramp di tiwîtekê de, nivîsîye, Seûdîye û Rûsya nakok in derbarê beha û rêjeya hinartina petrolê. Nûçeyên ne dûrist jî bûyîne sedema daketin û daşikdanina petrolê.
Tiramp di tiwîta xwe de, nivîsîye, daketina behayê Benzînê nûçeyeka başe bo havovanan.
Evro, Dûşembîyê li bazarên cîhanê behayê petrolê bi rêjeya %30 daket.
Ew daketin piştî wê yekê hat, ku Opik+ nekarîn bigehin rêkkevtinekê bo destnîşankirina asata berhemhînana petrolê.