Emerîka dixwaze hejmareka berpirsên Îraqê bixe di lîsata sizayan de
Çavakanîyekî aşkera kirîye, Waşintun sixwaze hejmareka berpirsên Îraqê bi sedema reftarên wan li gel xwenîşanderan.
K24- Hewlêr
Çavakanîyekî aşkera kirîye, Waşintun sixwaze hejmareka berpirsên Îraqê bi sedema reftarên wan li gel xwenîşanderan.
Çavakanî dibêje: Raporta heftîya bûrî ya Neteweyên Yekgirtî, egera wê yekê zêde kirîye ko komeka kesê Îraqî yên dest hebûne di kuştin,revandin û lêdana xwenîşanderan bixe nav lîsta sizayên Emerîkayê û ji wan jî berpirsên payebilind jî têde hene.
Li gor Raportê: Komeka çalakvanên Emerîkî jî hewli didin dadgeha tawanên nêvdewletî evê dosêyê bi xwe re bigire.
Di raportê de hatîye: hinek alîyên sîyasî yên Îraqê, balyozxaneya Emerîkayê bi vî karî tuhmetbar dikin û dibêjin Emerîkayê dest di nivîsîna evê raporta Neteweyên Yekgirtî de hebûye û evê yekê jî mebestên sîyasî li pişt in.
Li gor raportê be, ewên ku navên wan bo lîsta sizadanê hatîne amadekirn zêdetir ji 20 kesatîyên Îraqê ne.