Jeffrey bi NATO re çawaniya piştevaniya Tirkiyê li Sûriyê guftûgo dike
Nûnerê Amerîka yê taybet bo Sûriyê James Jeffery îro li navenda NATO li Brûkselê çawaniya piştevaniya Tirkiyê li Idlibê bi hevpeymanan re guftûgo dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerê Amerîka yê taybet bo Sûriyê James Jeffery îro li navenda NATO li Brûkselê çawaniya piştevaniya Tirkiyê li Idlibê bi hevpeymanan re guftûgo dike.
Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniya xwe de diyar kir, Jeffrey roja 10ê Adarê hejmarek hevdîtinan bi hevpeymanên NATOyê re dike, ta çawaniya piştevaniya Tirkiyê û nehîştina nîgeraniyên wê yên ewlehiyê guftûgo bikin.
Li gor daxuyaniyê, Jeffrey bi berpirsên Yekîtiya Ewropa re jî, rewşa mirovî ya dijwar li Sûriyê û bi taybet li Idlibê û bicihkirina biryara navdewletî 2254 ya taybet bi Sûriyê guftûgo dike.
Piştî zincîreyeke ji êrîş û şerê li Idlibê di navbera artêşa Sûriyê û Tirkiyê de, Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 5ê Adara 2020an li Moskoyê agirbestekê li Idlibê avakirina karîdoreke ewle li ser riya navdewletî M-4 lihev kirin.
Duhî jî Serokomarê Tirkiyê Recep Erdogan li Brûkselê bi Sekiretêrê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re civiyabû û daxwaza alîkariyê ji NATOyê kiribû. Erdogan gotibû: Divê NATO bê cudahî û bê mercên siyasî alîkariyê bi Tirkiyê re bike.
S. B