Çîn biser vîrusa Korona dikeve
Serokê Çînê serdana bajarê Wuhan kir û ev serdan wek serkeftina bi ser belavbûna vîrusa Korona li hemû navçeyên Hobay ku jêdera belavbûna wê vîrusê bû, tê hejmartin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Çînê serdana bajarê Wuhan kir û ev serdan wek serkeftina bi ser belavbûna vîrusa Korona li hemû navçeyên Hobay ku jêdera belavbûna wê vîrusê bû, tê hejmartin.
Îro Serokê Çînê Şî Cîn Bîng bo yekem cara serdana bajarê Wuhan li navçeya Hobay kir, ku ji jêdera belavbûna vîrusa Korona bû û ji nêzîk ve rewşa bajêr şopand.
Serdana Serokê Çînê ji bajarê Wuhanê re, wek serkeftinekê li ser belavbûna vîrusa Korona û kontrolkirina wê tê nirxandin.
Ev serdan di demekê de ye, tomarkirina haletên nû li Çînê kêm bûne û li hin navçeyan ti haletek jî nehatiye tomarkirin.
Yekem car vîrusa Korona di destpêka meha Çileya îsal li bajarê Wuhan a Çînê derketibû û piştre bû krîzeke cîhanî.
Li gor amaran, 80 hezar û 754 haletên tûşbûna bi vîrusa Korona li Çînê hatin tomarkirin, jê 3 hezar û 136 kesan cane xwe jidest dan.
S. B