Tiramp amade nîye pişkinîna Koronayê bo wî encam bidin

Koçka Sipî ragehand, serokê Emerîkayê pişkinîna Koronayê encamp nade, çunku ti berkevtineka aşkera û nêzîk nebûye li gel ti kesekeke gumanlkirîyê helgirê Vayrosê û ti nîşaneyên Koronayê nine.

K24- Hewlêr

 Koçka Sipî ragehand, serokê Emerîkayê pişkinîna Koronayê encamp nade, çunku ti berkevtineka aşkera û nêzîk  nebûye li gel ti kesekeke gumanlkirîyê helgirê Vayrosê  û ti nîşaneyên Koronayê nine.

Ev jî piştî wê yekê hat ku Tiramp li gel dû endamên kongirêsa Emerîkayê civîya bû û ew herdû endamên kongirês hatin Korentrînekirin.

Sitîvan Girîşman g  otebêjê Koçka Sipî got: Tenduristîya Tiramp gelek başe û pizîşkê wî yê taybetî dûvçûnê bo rewşa tenduristîya dike.

Ev dû kongirêsmanên hanê hatin korentînekirin bi sedema  konfiranseke hevpişik li gel kesekê din ku helgirê Vayrosê bû.