Serokê perlemana Ewrûpayê hate korentînekirin
Evro, civîna giştîya Perlemana Ewrûpayê tybat bo Koronayê bê amdebûna serokê Perlemanê li Birokislê birêveçû. Ev jî bi sedema gumankirinê ji tûşbûna serokê Perlemanê bi wê Vayrosê.
K24- Biroksil
Evro, civîna giştîya Perlemana Ewrûpayê tybat bo Koronayê bê amdebûna serokê Perlemanê li Birokislê birêveçû. Ev jî bi sedema gumankirinê ji tûşbûna serokê Perlemanê bi wê Vayrosê.
Gotebêjê Davîd Sasolî, serokê Perlemana Ewrûpayê bi mêdyayan re ragehand, serokê perlemanê li mala xwe li Biroksilê hatîye korentînekirin û li jêr çavdêrîya pizîşkî ye û guman dihêt kirin ku tûşî Vayrosa Koronayê bûye.
Gotebêjî aşkera kir, heftîya burî, Davîd Sasolî serdana malbat û kesûkarên xwe kiribû li Îtaliya, duhî piştî vegeryanê bo Biroksilê bo pişikdarîkirinê di civînan de, bi nerîna wî baş bû ku bo dema 14 rojan li mal bimîne û li jêr
Avdîrîya pizîşkî be.
Evro perlemanê biryar daa, her fermanberek, rojnamevanek yan mihvanek bihête di nav avahîya perlemnê de, divê formekê pir bikin û zanyarîyên kesî yên taybet bi xwe û wan welat û cihên ku di çend rojên burî de serdan kirine daku rê li pêş belavbûna Vayrosê bihête girtin di nav perlemana Ewrûpayê de.
Heftîya burî jî, sê fermanber ku di nav avahîya Civata Yekîtîya Ewrûpayê de kar dikirin; tûşî Vayrosa Koronayê bûn û niha li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.