Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirovî: 62 halet ên Korona li Sûriye hene

Rêveberê Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirovî li Sûriye Ramî Ebdurehman ji Kurdistan24 re diyarkir, ku: “Herî kêm 62 haletên Vayrosa Korona li Sûriye hene

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirovî ligor agahdariyên xwe, ji  jêderên xwe ji nav Sûriye radighîne, ku 62 kes li Sûriye tûşî Vayrosa Korona bûn e.

Rêveberê Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirovî li Sûriye Ramî Ebdurehman ji Kurdistan24 re diyarkir, ku: “Herî kêm 62 haletên Vayrosa Korona li Sûriye hene. Ew jî, li parêzgehên Lazqiye, Tertûs (Palmira), Hûms û Şamê ne. Haletên herî zêde li parêzgeha Şamê ne, ku bi rêgez Îranî ne. Geştyar in an jî andamên Pasdaran in, ku hatine Sûriye. Haletên din, li Lazqiye û tertûs hevwelatiyên Sûriyê ne. Bo nimûne li Nexweşxaneya Basel li Tertûs 5 halet di karantina de ne. Hêzên Ewleyî û rejîm ji personalên nexweşxaneyê re gotin e, ji bizişkan re gotin e, ku ji kesî re agahdarî nedin, na-ragihînin ku Korona heye. Ev zanyariyên di destê me de ne”.

Ramî Ebdureahman got: “Ev vayros xwe di qada navdewletî de jî belav kiriye. Ne tiştek siyasî yan jî emnî ye. Niha li Brîtanya jî, ku ez li vir dimînim ev nexweşî heye. Wezareta tendirustî ya Brîtanya naveşêre ku ev nexweşî heye. Rewşa wê ya aborî, metirsî dibe liser hebe, jiber vê yekê helwêstek weha digre”.