Enqere: Danûstandinên bi Mosko re li ser Idilbê erênî ne

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê radigihîne, danûstandinên wan bi aliyê Rûsî re derbarê rewşa Idlibê de “erênî û avaker” in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê radigihîne, danûstandinên wan bi aliyê Rûsî re  derbarê rewşa Idlibê de “erênî û avaker” in.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar îro ragihand, hevdîtina wan bi şanda Rûsî re erênî û avaker in û Tirkiye kar ji bo ji roja 15ê Adarê ve destpêkirina gerên çavdêriyê yên hevbeş li ser riya navdewletî M-4 bike.

Ji duhî ve li Enqerê danûstandin di navbera şanda leşkerî ya Rûsî û Tirkî derbarê rewşa Idlibê de destpê kirine.

Piştî zincîreyeke ji êrîş û şerê li Idlibê di navbera artêşa Sûriyê û Tirkiyê de, Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 5ê Adara 2020an li Moskoyê agirbestekê li Idlibê avakirina karîdoreke ewle li ser riya navdewletî M-4 lihev kirin.

Herwiha Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û hevtayê xwe yê Tirkiyê Hulusî Akar duhî di pêwendiyeke telefonî de babetên girêdayî belgenameya cîbicîkirna beyannameya dubare vegerandina aramiyê li Idlibê guftûgo kirin.

 

S. B