Şam red dike ti haleteke vîrusa Korona li Sûriyê hatibe tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê red dike, ti haleteke tûşbûna bi vîrusa Korona li Sûriyê hebe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê red dike, ti haleteke tûşbûna bi vîrusa Korona li Sûriyê hebe.

Ajansa “SANA” a Sûrî a fermî li ser zarê Wezîrê Tenduristiyê yê Sûriyê Nizar Yazicî belav kir, heta niha ti haleteke tûşbûna bi vîrûsa Korona li Sûriyê nehatiye tomarkirin.

Yazcî diyar kir, her haleteke gûmanlêkirî hebe, bo taqîgehên Tendurista Giştî tên şandin, ku amûreyên pişknînê yên pêwîst lê hene.

Ev daxuyanî piştî wê tê, duhî Rêvebirê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ji K24ê re ragihandibû, ku herî kêm 62 haletên tûşbûna bi vîrusa Korona li 4 parêzgehên Sûriyê hene.

 

S. B