10 haletên mirinê bi sedema Vayrosa Koronayê li Îspanîya hatin tomarkirin

Desthelatdarên tenduristîya Îspanîya 10 haletên nû yên mirinê bi sedam Vayrosa Korona li Medrîd a Paytexta wê welatî ragehandin. Bi vî awayî jî, hejamara kesên li wî welatî bi sedema evî derdî canê xwe ji dest dane gehişte 31 haletan.

K24- Hewlêr

Desteya tenduristîyê li devera Medrîd ragehand, di dema 24 demjimêrên burî de, hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê û li Îspanîya ji  782 haletan zêde bû bo 1024 haletan.

Di vî warî de rojnameya Labancorya ya Îspanî tekez kirîye temenê navendîna wan kesên bi sedema Vayrosa Koronayê li welatî bi sedema vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane bi 85 salan dihêt texmînkirin û piranîyan wan zelamin.

Piştî tûbûna perlemantarekê Îspanîya bi Vayrosa Korona, şeva burî, perlemana wî welatê tevaya kar û çalakîyên xwe bo dema hefteyekê rawestand.