Rûsiya.. Doma veman a Potin di desthelatê de dirêj dike
Civata Doma ya Rûsiya bi 383 dengên Erê û 43 dengên bê alî, deng bi hevwarkirina yasayekê dan ku dema desthelata serokê komarê di wî welatî de bihêt dirêjkirin.
K24- Hewlêr
Civata Doma ya Rûsiya bi 383 dengên Erê û 43 dengên bê alî, deng bi hevwarkirina yasayekê dan ku dema desthelata serokê komarê di wî welatî de bihêt dirêjkirin.
Hevwarkirina wê yasayê ji alîyê Partîya desthelatdar bi serokatî ya Vîldadîmîr Potin, serok komarê Rûsiyê hatibû pêşnîyazkirin.
Derbarê pêşniyazkirina wê yasayê, Potin jî karvedaneke erênê hebû û got, ew ne dijê hevwarkirinê ye û ragehand jî: Heke Dîwana Bilinda Rûsiya wê pêşniyazê pesind bike, ez bo helbijartinên sala 2024 dê xwe berbirjêr bikim.