Îtaliya.. 196 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li gor ajansên nûçeyan belav kirîne, hejmara kesên ku evro bi sedema Koronayê tenê di Herêma Lombardîya li bakûrê Îtaliya canê xwe ji dest dane gehişte 149 kesan.
K24- Hewlêr
Hikumeta Îtaliya ragehand, evro zêdetirîn haletên mirinê li wî welatî haîtne tomarkiri. Di 24 demjimêrên burî de 196 kesan canê xwe ji dest dane û ji evê hejmareyê 149 kes ji Herêma Lombardîya bûne.
Rêveberê nivîsîbgeha Paraztina Şarisatnîya Îtaliya, Encîlo Burîlî di daxuyanîyeka rojnamevanî de, ragehandîye, hejmara mirîyan evro ji 631 kesan gehişte 827 kesan.
Got jî: Hejmara tûşbûyan li Îtaliya gehiştîye 12 hezar û 462 kesan , di dmekê de ku duhî êvarê 10 hezar û 149 kes bûn.
Her di evê çarçoveyê de Ajans Royterz yan Nûçeyan belav kirîne, hejmara kesên ku evro bi sedema Koronayê tenê di Herêma Lombardîya li bakûrê Îtaliya canê xwe ji dest dane gehişte 149 kesan.
Duhî hejmara mirîyan bi sedema Vayrosa Koronayê 468 kes bûn, evro ew hejmar gehişte 617 kesan.
Hevdem hejmara tûşbûyan li Herêma Lombardîya gehişte 1489 kesan.
Îtaliya dûyem welate piştî Çînê ji alîyê belavbûna Vayrosa Koronayê û mezinîya hejmara mirinê bi evî derdî.