Vîrusa Korona wek petayeke cîhanî hat ragihandin
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, ji ber bilezbûna belavbûna vîrosa Korona, îro ew vîrus wek petayeke cîhanî ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, ji ber bilezbûna belavbûna vîrosa Korona, îro ew vîrus wek petayeke cîhanî ragihand.
Rêvebirê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê Tedros Adhanom Gebresus îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hejmara tûşbûyên bi vîrusa Korona gelekî zêde bûye û gihîştiya asta petayeke cîhanî. Tekezî li ser alîkariya hevpeymanên navdewletî bi Îranê re jî kir.
Diyar kir, zêdetir ji 90 ji sedî ji tûşbûyên bi vîrusa Korona li 4 welatan hatine tomarkirin: Çîn, Îtalya, Îran û Fransayê.
Rêvebirê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê amaje bi wê da, tûşbûna bi vîrusa Korona di 2 hefteyên bûrî de li derveyî Çînê 13 caran zêde bûye.
Ev yek di demekê de ye, li keşwera Ewropa 930 haletên tûşbûna bi wê vîrusê hatine tomarkirin.
Rêveberê Nivîsgeha Parastina Şaristanîya Îtaliyayê ragihand, hejmara tûşbûyên bi vîrusa Korona gihîşt 12 hezar 462 kesan û 827 kesan cane xwe jidest dane.
Li Fransayê jî, Wezareta Tenduristiyê ragihand, hejmara tûşbûyan bi vîrusê gihîşt 2281 kesî, ji wan jî 48 kesan cane xwe jidest dane.
Îro jî bi awayekî bilez hejmareke zêde ya tûşbûna bi vîrusa Korona li Qeter, Îran, Behrên û hin welatên din hat tomarkirin.
Ji aliyê xwe ve, Rêvebirê Cibicîkar ê Bernameya Awarte yên Tenduristiyê di Rêxistina Tenduristiya Cîhanê de Mike Ryan ragihand, tevî ragihandina vîrusa Korona wek petayeke cîhanî, lê dikare were kontrolkirin.
S. B