Hejmara tûşbûyên bi vîrusa Korona li Amerîka zêde dibe
Li Amerîka hejmara haletên tûşbûna bi vîrusa Korona gihîşt 1300, li gor amarên Zanîngeha Johns Hopkins.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Amerîka hejmara haletên tûşbûna bi vîrusa Korona gihîşt 1300, li gor amarên Zanîngeha Johns Hopkins.
Zanîngeha Johns Hopkins belav kir, 1311 kes li Amerîka tûşî vîrusa Korona bûne, jê 38 kesan cane xwe jidest dane.
Di çend rojên dawiyê de vîrusa Korona li Ewropa û Amerîka bi awayekî berfireh belav bûye, di wê derbarê de jî duhî Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ev virus wek petayeke cîhanî ragihand.
Her di wê derbarê de, Serokê Amerîka Donald Trump geşta esmanî di navbera Amerîka û Ewropa de bo heyama 30 rojî qedexe kir.
Ji aliyekî din ve, ji ber belavbûna vîrusa Koronayê li wîlayeta Washingtonê rewşa awarte hat ragihandin.
Rêvebirê Cibicîkar ê Bernameya Awarte yên Tenduristiyê di Rêxistina Tenduristiya Cîhanê de Mike Ryan ragihand, tevî ragihandina vîrusa Korona wek petayeke cîhanî, lê dikare were kontrolkirin.
S. B