Geşta esmanî di navbera Amerîka û Ewropa de radiweste

Serokê Amerîka Donald Trump geşta esmanî di navbera Amerîka û Ewropa de ji bilî Brîtanyayê, bo heyama 30 rojî qedexe kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump geşta esmanî di navbera Amerîka û Ewropa de ji bilî Brîtanyayê, bo heyama 30 rojî qedexe kir.

Serokê Amerîka Donald Trump di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji bo haletên din ên vîrusa Korona negihin Amerîka, ew ji roja Înê ve hemû geştê di navbera Amerîka û Ewropa de bo heyama 30 rojî qedexe dikin.

Trump diyar kir, hin rewşên awarte hene ku ev biryar Amerîkiyên ku baş pişknîn jê re hatine kirin û karên bazirganiyê lixwe nagire.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon), çûna hêzên xwe bo welatên asta belavbûna vîrusa Korona di asta sêyem û duyem de ye, ji bo 60 rojî ragirt. Welatên wek Çîn, Korya Başûr, Îtalya, Îran û Japonya.

Ev yek di demekê de ye, Di çend rojên dawiyê de vîrusa Korona li Ewropa û Amerîka bi awayekî berfireh belav bûye, di wê derbarê de jî duhî Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ev virus wek petayeke (nexweşiyeke belavbûyî) cîhanî ragihand.

Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî jî belav kir, 1311 kes li Amerîka tûşî vîrusa Korona bûne, jê 38 kesan cane xwe jidest dane.

 

S. B