20 tûşbûyên bi vîrusa Korona li Iraqê baş bûne

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê aşkere kir, 20 kesên ku tûşî vîrusa Korona bûne baş bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê aşkere kir, 20 kesên ku tûşî vîrusa Korona bûne baş bûne.

Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê Seyf Bedir ragihand, 20 kesên din ku tûşî vîrusa Korona bûne baş bûne, ji wan 11 kes ji Bexdayê û 4 ji kerkûkê ne.

Li gor amarên Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, heta niha 79 kes tûşî vîrusa Korona bûne, jê 8 kesan cane xwe jidest dane.

Li Herêma Kurdistanê jî heta niha 19 kes tûşî vîrusê bûne, jê kesekî cane xwe jidest daye.

 

S. B