Bernameya Newrozê ya Diyarbekrê hat ragihandin

Li Diyarbekirê bi beşdariya rêveber û nûnerên 10 partî û rêxistinan bernameya Newroza 2020an hat ragihandin

 

K24 – Diyarbekir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hevgirtiyên wê çalakiyên derbarê Newrozê de li Diyarbekirê dan destpêkirin. Hevserokên HDPê ragihandin ku ew dê bi vê Newrozê yekitiya Kurdan bihêztir bikin.  Hevserokên HDPê bal kişandin ser Pirsgirêka Kurd û gotin; heger Kurd bigihin mafên xwe dê Rojhilata Navîn aram û aştiyane be. Li gorî nirxandina rêveberên rêxistinên hevgirtiyên HDPê jî polîtîkayên desthilatdariyê li hundir û derveyê welêt dibe sedema şer û aloziyan.

Li Diyarbekirê bi beşdariya rêveber û nûnerên 10 partî û rêxistinan bernameya Newroza 2020an hat ragihandin. Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî beşdarî bernameyê bûn. Di bernameya Newrozê de bang li welatiyan hat kirin ku ji bo demokrasî û azadî û yekrêzî û dadê derkevin qadên Newrozê. Hevseroka HDPê Pervîn Buldan got; heger peyamên rêberê PKKê Abdullah Abdullah Ocalan yên Newroza 2013an bihata guhdarîkirin dê îro li Tirkiye û herêmê ti aloziyek nebûya. Hevserokê HDPê Mîthat Sancar jî got; ji bo ku li Rojhilata Navîn jiyaneke aştiyane û aram pêk were divê Kurd bigihin mafên xwe yên rewa. Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî amaje kir ku; hêviya wan ew e  hikûmet li ser çareserkirina pirgirêkan vegere ser polîtîkayeke rast.

Ayşe Gokkan - Berdevka TJAyê

"Em hêvî dikin ku Newroza 2020an di hemû Kurdistan û cîhanê de bibe wesîleya aşitî, aramî û azadiyê. Lê belê Ev tiştên ku diqewimin û em dibin şahid bifikar in."

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pîrozbahiyên Newrozê hefteyekê berdewam dike. Li kîjan bajarî dê bernameyeke çawa birêve biçe di rojên pêş de were diyarkirin lê belê rayedarên HDPê bang li welatiyan dikin ku bi rengên xwe ji bo yekitî, demokrasî û edaletê derkevin qadan. Li gorî nirxandina Hevserokê Şaredariya Erxeniyê Ehmed Kaya, Kurd di hemû Newrozan de bi zimaneke nerim banga aşitî û aramiyê dikin.

Ahmet Kaya - Hevserokê şaredariya Erxeniyê got:

"Di vê pêvajoyê de dê sazî û rêxistinên Kurdan peyamên nerim bidin. Lewra têkoşîna Kurdan têkoşîna maf û azadiyê ye û ev ji bo hemû gelan e. Kurd têkoşîna mafê gelên ku wekî statûya Kurdan e jî dikin. Ev têkoşîna Kurdan ji bo gelên din jî dibe mînak."

Li bakur û Tirkiyeyê Newroz bi girseyî li qadan tên pîrozkirin û bi taybetî li ser pirsgirêka Kurd peyam tên dayîn. Rayedarên HDPê bang li welatiyan dikin ku bi girseyî beşdarî pîrozbahiyan bibin lêbelê ji ber tirsa belavbûna vîrûsa coronayê li gelek welatan çalakiyên girseyî tên qedexekirin. Gelo çalakiyên Newrozê jî dê werin qedexekirin an na, ev yek dê di rojên pêş de diyar bibe.

 

 

C.B