Wezîreka Îspanya Tûşî Vayrosa Koronayê bû
Wezîra Wekhevî ya Îspaniya tûşî Vayrosa Korona bûye û cêgirê serok serok wezîrên wî welatî jî hate korenînekirin.
K24- Hewlêr
Wezîra Wekhevî ya Îspaniya tûşî Vayrosa Korona bûye û cêgirê serok serok wezîrên wî welatî jî hate korenînekirin.
Wezîra Wekhevî ya Îspanya, Eyrin Montêro, tûşî Vayorsa Koronayê bûye û bi sedema wê jî Pablo Îglîsyas, cêgirê serok wezîran jî hate korentînekirin.
Herweha biryare evro tevaya kabîne ya hikumeta Îspanya pişkinî bo wan bihête kirin.
Li gor amara dawî rêjeya tûşbûnê bi Koronayê li Ewrûpayê rêzbendîya wê bi vî awayî ye.
Îtaliya: 10 hezar û 149 tûşbûyî – 631 mirî
Îspanya: 2067 tûşbûyî- 47 mirî.
Firansa: 1784 tûşbûyî- 33 mirî.
Elmaniya: 1622 tûşbûyî- 3 mirî.