Li Espanya 41 kes bi Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristya Îspanya, evro, Pêncşembîyê ragehand, 41 kesên din bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane û bi vê yekê hejmara kesên ku bi Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane li wî welatî gehişte 84 kesan.

K24- Hewlêr

 Derbarê hejmara tûşbûyan jî bi vê Vayrosê, wezaretê ragehand, heya sipêdeya evro Pêncşembîyê, 2 hezar û 200 kes tûşî Vayrosa Korona bûne.

Di nav kabîneya hikumetê de jî, her yek ji wezîra wekhevêyê, Wezîra Wekhevî ya Îspanya, Eyrin Montêro, tûşî Vayorsa Koronayê bûye û bi sedema wê jî Pablo Îglîsyas, cêgirê serok wezîran jî hate korentînekirin.

Herweha biryar bû evro tevaya kabîne ya hikumeta Îspanya pişkinî bo wan bihête kirin.