Emerîka: Bersiva Emerîkayê bo hêrişa ser Tacî ji koştina Suleymanî û Muhendisî bihêztie dibe

Gabriya Soma, endamê Civata Rawêjakarî ya Donald Tiramp, serkê Emerîkayê ragehand, gotûbêjên navxweyî ya Waşitunê bo mîkanîzma bersivdana hêrişa mûşekî ya ser serbazgeha Tacî li Îraqê zêd bûne.

K24- Hewlêr

Gabriya Soma, endamê Civata Rawêjakarî ya Donald Tiramp, serkê Emerîkayê ragehand, gotûbêjên navxweyî ya Waşitunê bo mîkanîzma bersivdana hêrişa mûşekî ya ser serbazgeha Tacî li Îraqê zêd bûne.

Di hevpeyvînekê de bo Şefeq Niyoz, Soma got: Pêşbînî dihêt kirin berisva Emerîka bo wê hêrişa mûşekî gelek ji kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê berê yê Feyleqa Quds a Sûpayê Pasdaran û Ebû Mhehdî Muhendis, cêgirê serokê desteya Heşda Şeibî bihêztir be û di vî bwarî de gotûbêj berdewamin.

Herweha got: Weha dîyare tole ya evê hêrişê ji Îranê dihêt vekirin, neku ji mîlîşyayên Heşda Şeibî yên ser bi Tehranê. Hemû ev bijarteyên hanê li jêr gengeşeyê de ne û hemû bijarte jî hatîne kirin bo çawanîya bersivdana hêrişê hatîne, lê ewa hatîye piştrastkirin; ewe ku ev hêriş bê tolevekirineka bihêz derbaz nabe.

Her evro jî, Mark Êsper, wezîrê berevanîya Emerîkayê tekez kir, ku hemû bijarete li pêş Emerîkayê ne, bo bersivdana hêrişa hatîye kirin bo ser Tacî.

Êsper got jî: Ew hêriş ji alîyê mîşîyayên ser bi Îranê ve hatye encamdan û tekez kir, serokê Emerîkayê tevaya desthelatan daye min; daku biryarê bidim li ser çawanîya bersivdana wê hêrişê û tolevekirina wan dû serbazên Emerîkî û yekî dî yê Birîtanî .