Perlemana Emerîka deng bi kêmkirina desthelata Tiramp da

Civata Nwênerê Emerîkayê dengdan bo sinûrdarkirina desthelatên, serokê Emerîka, Donald Tiramp derbarê bikarhînana bijarteya serbazî li dijî Îranê.

K24- Hewlêr

Civata Nwênerê Emerîkayê dengdan bo sinûrdarkirina desthelatên, serokê Emerîka, Donald Tiramp derbarê bikarhînana bijarteya serbazî li dijî Îranê.

Pirojareyasa ya sinûrdarkirina desthelatên serok komar bi 227 dengên (erê) beramber bi 186 dengên dij di Civata Nwênerên Emerîkayê de hate pesindkirin.

Ev piroje li naverasta meha bûrî ji alîyê Civata Sênatên Emerîkayê ve nehatibû pesindkirin, lê çunku dû li ser sê ya dengên nûneran nehînaye; renge Tiramp dijî vî biryar raweste.

Niha ev biryar daku yek alî bibe divê bihere Koçka Sipî, lê her berê Donald Tiramp, gefa wê yekê kiribû ku wê biryarê dê Vîto bike