Serok wezîrên Kenedayê û hevjîna wî xwe korentînekirin

Di beynnameyekê de, hikumeta Kenedayê ragehand, serokê wezîran, Castin Tirodo û hevjîna wî, biryar dane xwe korentîne bikin.

K24- Hewlêr

Di beynnameyekê de, hikumeta Kenedayê ragehand, Castin Tirodo, serokê wezîrên wî welatî, û hevjîna wî, biryar dane xwe korentîne bikin.

Hikumeta Kenedayê ragehandîye, hevjîna Tirodo ta hebûye û nîşanên nexweşîyê jê derketîye.

Xuya jî kirîye, heya niha Tirodo ti nîşanên nexweşîyê jê derneketîne, lê li mal dimîne heya pişkinîna hevjîna wî pişt rast dibe.

Hevjîna Tirodoy , Sofiya Girîgorî Tirodo, piştî ku ji Birîtaniya vegerîya; pileya germîya wê bilind bû û pişkinîna Vayrosa Koronayê bo wê dê bihête kirin.

Li gor nûçeyeka rojname ya Deylî Meyl, ev xanima 44 salî niha  di mala xwe de hatîye  Korentîne kirin û li çaverê pişkinînê ye. Hevdem Cestin Tirodo, serok wezîrê Kenedayê jî, ti nîşaneyên nexewşîyê nîne, lê xwe cuda kirîye û li mal karê xwe dike.

Herweha civîna civata wezîrên Kendayê jî, bi sedema vê yekê hate dawîxistin