Hêzên Tirkiya û girûpê ser bi wê ve, navçeyên sivîlan û xalên serbazîyên rijêmê dikin armanc
Hêzên Tirkiyê û girûpên ser bi wê ve,hejmareka xalên artêşa Sûriyê û navçeyên sivilan li rojava ya Girê Sipî burdûman kirîne.
K24- Hewlêr
Hêzên Tirkiyê û girûpên ser bi wê ve,hejmareka xalên artêşa Sûriyê û navçeyên sivilan li rojava ya Girê Sipî burdûman kirîne.
Riwamgeha Sûriya ya mafên mirovan belav kirîye, hêzên Tirkiyê û girûpên ser bi wê ve dûhî êvarê bi çekên giran hinek xalên hêzên rijêma Sûriyê û navçeyên sivîlan kirin armanc li Koberlek, Ebdî Koy, Qizelî û Hurîye li rojavaya bajarê Girê Sipî li bakûrê parêzgeha Reqe.
Herweha Riwamgeha Sûriya ya mafên mirovan aşkera kirîye, li 11yê Adarê jî, hêzên Tirkiyê gundê Muşeyrife li rojhelata Eyîn Îsa topbaran kir û pêgehên hêzên rijêmê kirin armanc û ti zanyarî jî derbarê zîyanên wê burdûmanê nehatîye zanîn.
Riwangehê xuya jî kirye ku li 10ê/ Adarê hêzên Tirkiyê gundê Qizelî, li başûrê rojavaya Girê Sipî topbaran kir û mal û xanîyên sivîlan û xalên serbazîyên rijêma Sûriyê li wê naveçeyê kirin aramnc û zanyarî jî derbarê zîyanên canî nehatîye zanîn.
Hevdem Riwangehê belav jî kirîye, hêzên rijêma Sûriyê burdûmana pêgehên hêzên Tirkiyê û girûpên ser bi wê ve kirîye gundewarê Girê Sipî li bakûrê Reqe. Ti zanyarî derbarê zîyanên mirovî natîye nebûye.