Serokomarê Brazîl, bi Vayrosa Korona ketiye
Serokomarê Brazîl Jair Bolsonaro 8ê Adarê ango berî 5 rojan ligel Serokê Amerikayê Donald Trump li Florida civiyabû
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi agahdariyek bilez hate ragihandin, ku pişkinînên liser Vayrosa Korona yên Serokomarê Brazîl Jair Bolsonaro pozitiv derketin e û bi Vayrosa Korona ketiye.
Duhî jî hatibû ragihanidn, ku şêwirmendê Jair Bolsonaro, Fabio Wajngarten Vayrosa Korona girtiye.
Bolsonaro 8ê Adarê ango berî 5 rojan ligel Serokê Amerikayê Donald Trump li Florida civiyabû û her serokan lipêş medyayê destên xwe dabûn hevûdu û bi vê awayê silavê wêne dabûn medyayê.
C.B