Serokomarê Brazîl, bi Vayrosa Korona ketiye

Serokomarê Brazîl Jair Bolsonaro 8ê Adarê ango berî 5 rojan ligel Serokê Amerikayê Donald Trump li Florida civiyabû

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi agahdariyek bilez hate ragihandin, ku pişkinînên liser Vayrosa Korona yên  Serokomarê Brazîl Jair Bolsonaro pozitiv derketin e û bi Vayrosa Korona ketiye.

Duhî jî hatibû ragihanidn, ku şêwirmendê Jair Bolsonaro, Fabio Wajngarten Vayrosa Korona girtiye. 

Bolsonaro 8ê Adarê ango berî 5 rojan ligel Serokê Amerikayê Donald Trump li Florida civiyabû û her serokan lipêş medyayê destên xwe dabûn hevûdu û bi vê awayê silavê wêne dabûn medyayê.

 

 

C.B