Tenduristiya Cîhanê: Ewropa bûye navenda belavbûna Korona

Rêvebirê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê Tedros Adhanom Gebresus ragihand, Ewropa bûye jêdera sereke û navenda belavbûna petaya Korona.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê Tedros Adhanom Gebresus ragihand, Ewropa bûye jêdera sereke û navenda belavbûna petaya Korona.

Tedros Adhanom Gebresus îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ezmûna Çîn û Koryaya Başûr diyar kir ku kerentîkirin (ketina bin çavdêriya tenduristî) dikar jiyana piraniya xelkê biparêze.

Herwiha got: Dezgehên tenduristiyê li welatên cîhanê amade ne pêşwaziyê li hejmareke mezin a tûşbûyên vîrusa Korona bikin.

Destnîşan kir, pêwîst e rêkarên pêwîst bêne girtin û tevahiya bone û civînên giştî bên rawestandin û nexweş û tûşbûyên vîrusê bêne cuda kirin, ji bo rêgirî li belavbûna vê vîrusê bê girtin.

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, ji ber bilezbûna belavbûna vîrusa Korona, pêr roa 11 Adarê ew vîrus wek petayeke cîhanî ragihand.

 

S. B