Serokê Brazîl tûşbûn a bi Vayrosa Korona bi derew li qelem xist
Serokê Brazîl Jair Bolsonaro tûşbûn a bi Vayrosa Korona (Covid-19) bi derew li qelem xist
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Brazîl Jair Bolsonaro tûşbûn a bi Vayrosa Korona (Covid-19) bi derew li qelem xist.
Bolsonaro liser account a xwe ya twitterê daxuyaniyek da û got: baweriyê bi nûçeyên derew neyênin.
Kûrê Bolsonaro û parlementer Eduardo Bolsonaro jî liser account a xwe ya twitterê diyarkir: “Gelek derew, kêm zanyarî hene. Hîn encamên pişkinînan ên liser Vayrosa Korona derneketin e”.
Di medya ya Brazîl û Amerika de hatibû weşandin, ku Bolsonaro bo Vayrosa Korona ketiye.
C.B