Korona hilbijartinên Parlemana Sûriyê bipaş dixe
Serokê Sûriyê Beşar Esed bi sedema belavbûna vîrusa Korona, hilbijartinên Encûmena Gel (Parlemana) Sûriyê bipaş dixe. Wezareta Ewqafê jî nimêjin bikomî radiwestîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Sûriyê Beşar Esed bi sedema belavbûna vîrusa Korona, hilbijartinên Encûmena Gel (Parlemana) Sûriyê bipaş dixe. Wezareta Ewqafê jî nimêjên bikomî radiwestîne.
Li gor nûçeya ajansa “SANA” a Sûrî, Serokê Sûriyê biryara (86) a sala 2020an derkir, li gor wê jî hilbijartinên Parlemana Sûriyê hatin paşxistin.
Biryar bû di meha Nîsana bê de hilbijatinên Parlemana Sûriyê bihata kirin, lê li gor wê biryarê, bo 20 Gulana bê hatin paşxistin.
Ji aliyekî din ve û her di çarçova rêkarên xweparastina ji vîrusa Korona de, Wezareta Ewqafê ya Sûriyê nimêja bikomî û hemû civîn û waneyên olî heta roja 4ê Nîsanê rawestandin.
Ev yek di demekê de ye, heta niha Wezîrê Tenduristiyê ya Sûriyê Nîzar Yazcî red dike ku ti haleteke tûşbûna bi vîrusa Korona li wî welatî hatibe tomarkirin.
Lê li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ku berî çend rojan belav kir, 62 haletên tûşbûna bi Korona li 4 parêzgehên Sûriyê hene.
S. B