Zanîngehên Hollandayê dermanê rûbirûbûna vîrusa Korona dîtin

Hewlê ji bo rûbirûbûna vîrusa Korona li hemû navendên zanistî li cîhanê berdewam in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hewlê ji bo rûbirûbûna vîrusa Korona li hemû navendên zanistî li cîhanê berdewam in, di dawî hewlên zanîngeha Hollandayê Utrecht û zanîngeha Erasmus de biser ketin û karîn dermanekî dirust bikin ku encamên wê erênî bû.

Dr. Berend-Jan Bosch ji beşê Zanistên Vîrusan di zanîngeha Utrecht de ji kenala Hollande 1 re ragihand, ji destpêka derketina vîrusa Korona ve, bê westan û bi berdewamî di lêkolînan de bûn, ji bo dîtina çareseriyeke bilez ji vê vîrusê re.

Diyar kir, ew vegeriyan dermanê vîrusa Sars ya 2003an û li ser wê kar kirin û gihîştin encameke erênî ku dikarin rûbirûyî vîrusa oronaya nû COVÎD-19 bibin.

Lêkolîneran amaje bi wê dan, lêkolînên wan berdewam in û ev dermanê nû, pêwîstiya wê hîn bi taqîkirinan heye û herwiha pêwît e kompanyayek dirustkirina wî dermanî lixwe bigire, heta bikeve ware bikaranînê.

 

S. B