Yekem gera çavdêriyê ya Rûsî – Tirkî li Idlibê nîvco bidawî dibe
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, ji ber grûpên terrorist astengî kirin, gera çavdêriyê ya hevbeş bi Tirkiyê re li ser riya navdewletî M4 hat kurtkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, ji ber grûpên terorist astengî kirin, gera çavdêriyê ya hevbeş bi Tirkiyê re li ser riya navdewletî M4 li Idlibê hat kurtkirin.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, îro yekem gera çavdêriyê ya hevbeş a Rûsî – Tirkî li ser riya navdewletî M4 li Idlibê hat encamdan, lê bi sedema astengiyên grûpên terorist, riya gerê hat kurtkirin.
Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, tayir li ser riya navdewletî M4 hatin vêxistin. Herwiha girtevîdyoyek belav bû, tê de grûpeke cîhadîst li ser riya M4 in û gefa armanckirina gera Rûsî – Tirkî dixwin.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê diyar kir, grûpên terorist ji bo astengkirin gerê, xelkê sivîl, jin û zarok wek mertalên mirovî bikar anîn.
Îro yekem gera çavdêriyê ya hevbeş a Rûsî – Tirkî li ser riya M4 ji gundê Tirnibê li nêzîkî Seraqibê dest pê kir û biryar bigihe gundê Eyn Hor, lê ger hat birîn.
Roja 5ê Adarê Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li ser agirbesta li Idlibê û avakirina karîdoreke ewle li ser navdewletî M4 rêkeftibûn.
Roja Înê 13ê Adarê jî şanda serbazî ya Rûsî û şanda serbazî ya Tirkî li Enqerê civiyabûn û li ser karê baş bikin bo cîbicîkirina biryarên Idlibê lihev kiribûn.
S. B