Daxwaz ragehandina rewşa awarte bo dema mehekê dihête kirin

Serok Komarê Îraqê û serokê Civata Wezîrên Îraqê nameyek arasteya Perlemana Îraqê kirîne û têde daxwaz kirîne rewşa awarte bo dema 30 rojan li Îraqê bihête ragehandin.

K24- Helêr

Serok Komarê Îraqê û serokê Civata Wezîrên Îraqê nameyek arasteya Perlemana Îraqê kirîne û têde daxwaz kirîne rewşa awarte bo dema 30 rojan li Îraqê bihête ragehandin.

Daxwaz jî hetîye kirin, di egera pêşhaên de ev dem bihêt dirêjkirin û ev daxwazî jî li ser binemaya maddeya 61 ya destûrê ye.

Herweha evro, parêzgarê Bexdayê, Mehemed Cabir Eta Ragehand, ji bo paraztina selametî ya tendursitîya hevwelatîyan û rêgirîkirinê ji belavbûna Vayrosa Koronayê, ji roja Şembîyê ve heya Pêncşembîya dahatî li tevaya fermangehên hikumetê pişû ya fermîye.