Pompêw bo Ebulmehdî: Rêkarên zêdetir digirîne ber bo parêzvanîyê ji xwe
Wezîrê derve yê Emerîka, Mayîk Pompw gote serok wezîrê Îraqê, Adil Ebdulmehdî re, welatê wî li gor pêwîstîya berevanîkirinê ji xwe rêkarên zêdetir digere ber li beranber hêrişên dihêne kirinbo ser hêzên Emerîkayê li Îraqê.
K24- Hewlêr

Herweha wezîrê derve yê Emerîkayê daxwaz ji serok wezîrê Îraqê kir, bervanîyê ji hêzên Hevpeymanîya Nêvdewletî bike ku piştîvanîya Bexdayê dike bo ji navbirina Daişê.
Di daxuyanîeka wezareta Derve ya Emerîkayê de amaje bi wê yekê jê kirîye, ku pêwîste ew komên bepirs ji hêrişên vê dawîyê bihêne sizadan û Emerîka ji hêriş û gefên ser canê Emerrîkîyan xweş nabe û rêkarên zêdetir diger ber li gor pêwîstîyên berevanîkirinê ji xwe.
Berpirsên herdû welatan ragehandibûn ku piştî kuştina sê serbazên Emerîkayî û hejmareka serbazên Îraqê, di dûyem hêriş de li heftîya bûrî bo ser serbazgeha Tacî, duhî êvarî, wezîrê derve yê Emerîka û serok wezîrên Îraqê li gel hevdû axivtin.