Serokê Herêma Keteloniya û seroka şaredarîya Medrîdê tûşî Vayrosa Koronayê bûn

Serokê Herêma Keteloniya, Kîm Tora tûşî Vayrosa Koronayê bû. Herweha seroka şaredarîya Medrîdê, Îzabêl Dîyaz Ayoso, evro tûşbûna xwe ragehand.

K24- Hewlêr

Serokê Herêma Keteloniya, Kîm Tora tûşî Vayrosa Koronayê bû. Herweha seroka şaredarîya Medrîdê, Îzabêl Dîyaz Ayoso, evro tûşbûna xwe ragehand.

Kîm Tora derbarê vê yekê ragehand,  ku di Korentîneyê de dê bimîne û xwe ji xelkê veirandîye û demên xwe di avahîya hikumetê de bi rê dike.

Hevdem seroka şaredarîya Medrîdê, Îzabêl Dîyaz Ayoso di tiwîtekê de,  ragehand, tûşî Koronayê bûye, lê dê berdewam be li şerî dijî evê dijmina nahête dîtin.

Evro wezareta Tenduristîya Îspaniya ragehand, di 24 demjimêrên burî de 297 kes bi Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane.