30 haletên din yên tûşbûna Koronayê li Rûsiya hatin tomarkirin
Hikumeta Rûsiya ragehand, 30 haletêb din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li wî welatî hatin tomarkirin û hejmara tûşbûyan gehişte 93 kesan.
K24- Hewlêr
Hikumeta Rûsiya ragehand, 30 haletêb din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li wî welatî hatin tomarkirin û hejmara tûşbûyan gehişte 93 kesan.
Cêgirê serok wezîrên Rûsiya, Tatyana Gulîkova di konfiranseka rojnamevanî de, evro, Dûşembîyê ragehand, di dema 24 demjimêrên bûrî de, 30 haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatin tomarkirin û hejmara tûşbûyan li 63 kesan gehişte 93 kesan.
Xuya jî kir, ji wan 93 kesan 86 halet ji derve ya Rûsiyê tûşî Vayrosa Koronayê bûne û yên din di nav Rûsiyê de tûşbûne.